Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwec Dorpêça Îsraîlê ya Ser Gaza Şermezar Dike


Norwecê îro Înê dorpêça Îsraîlê ya ser Gaza şermezar kir.

Wezîra Derve ya Norwecê Anniken Huitfeldt dîyar kir ku Îsraîl jibo berevanîya xwe mafdar e, lê nikare hemî rêbazên pêkan bi kar bîne.

Huitfeld got ku ew dorpêçê şemezar dike jiber dorpêçê mirovên ku li Gaza dijîn ketine rewşeke pir dijwar û nikarin ji wir derkevin û nikarin derman û xwarinê jî peyda bikin.

Îsraîl dixwaze ku 1,1 mîlyon kesên li bakurê Gaza di 24 saetan de derbazî başûrê wir bibin.

Artêşa Îsraîlê li sînorê Gaza leşker, top û tankên xwe bi cîh dike û hazirîya operasyonê dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG