Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Norwecê jiber Binpêkirina Tedbîrên Dijî Korona Ceza Sitandiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîra Norwecê Erna Solberg jiber ku tedbîrên dijî vîrusa korona binpê kirine ceza sitandiye.

Li gor nûçeya Reutersê polîsan jiber pîrozbahîya rojbûnê 20,000 kron ceza daye Solberg.

Hikûmeta Norwecê çalakîyên têde ji 10’an zêdetir kes kom dibin qedexe kiribûn, lê Solberg di meha Sibatê de tevî 13 nasên xwe rojbûna xwe ya 60’an pîroz kiribû.

Şefê Polîsan Ole Saevurd dîyar kir ku di hin bûyeran wisa de ew cezayê nadin, lê bal kişand ku Solberg seroka hikûmetê ye û wan tedbîrên dijî vîrusa korona ragihandine.

Erna Solberg ji 2013’an vir ve ew du dewr in serokwezîra Norwecê ye.

XS
SM
MD
LG