Welatên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de piştgirîya bo Kîevê didomînin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Norwecê 22 howitzer (obus) û hin kelûpelên din yên leşkerî dane Ukrayna.
Wezîrê Berevanî yê Norwecê Arild Gram da zanîn ku jiber rewişa şer wan biryar daye ku ew pirtir alîkarî bidin Kîevê.
Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Norwecê, jiber sedemên ewlekarîyê wan heta niha ew alîkarîya dawî eşkere nekiriye.
Hêjayî balkişandinê ye ku leşkerên Ukraynî bo karanîna wan obusan li Almanya perwerde dîtine.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.