Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Bawer Nake ku Şewata Notre-Dame bi Mebest Çêbûye


Karbidestên Fransî îro Sêşemê ragihand ku agirê dêra Notre-Dame, îhtîmaleke mezin e ku jiber sedemên teknîkî û bê mebest qewimîye.

Karbidestan herwiha ragihand ku agirkujan şeva borî karîbûn agir bixin kontrola xwe û gelek berhemên giranbuha ji nav alev û pêtan rizgar kirin.

Dozgerê Parîsê Remy Heitz got ku pirtir ji 400 agirkuj tev li hewilên vemirandin û kontrolkirina şewatê bûn û wan piştî 14 seatan karîbûn ku agir bi temamî kontrol bikin.

Heitz da zanîn ku li gor vekolînên heta niha îhtîmala kiryareke bi mebest nehatiye pêş û vê gavê 50 kes ser bûyerê dixebitin ku sedema şewatê bi tevahî ronî bikin.

Heitz dîyar kir ku di xebatên vemirandinê de heta niha tenê agirkujek birîndar bûye.

Wezîrê Çandê yê Fransî Franck Riester got ku Notre-Dame sembola welatê wan e û ewê bo avakirina wê dest bi kar bikin.

Serokê Fransî Emmanuel Macron jî soz da ku ewê Notre-Dame jinûve ava bikin û jibo wê armancê dest bi kempeyneke taybet bikin.

Dêra Notre-Dame yek jî mînakên herî bedew ya mîmarî ya Gotîk ya Fransî û Ewrupî ye û salane pirtir ji 13 mîlyon kes serdana wê dêrê dikin.

XS
SM
MD
LG