Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermed Nûr Cafer: Hunerê Dilê Min li Dinê Vekir


Huner tiştekî romantîk e, lê di nav xwe de hestê herî bilind û naz û tenik yê mirov diyar dibe û dibe zimanê çîroka mirov.

Wisa hunerê dilê hunermend Nûr Cafer bi ser dinê ve vekir û hişt ku xwe tê de bibîne.

Nûr, di sala 1969an de, li gundê Basofanê li herêma Efrînê ji dayik bû.

Di temenê 4 salî de, tevî malbata xwe bar kirin Şamê û li wir bi cî bûn.

Nûr li Şamê û di bin bandora biryarê xwe yê mezin, nîgarkêşî hînbû.

Ji sala 1992'an ta 1996'an ve li navenda hunera ciwan Adham Ismaîl xwendina xwe ya hunerî kir û fêrî hûrbîniyên hunera şêwekarî bû.

Di sala 1996'an de, koçberî Almanya bû û ta roja îro li wir dijî.

Piraniya berhemên Nûr bi rengê avî ne û bêtirî wan li ser Şama kevin e.

"Şam beşek ji dilê min e û hezkirina wê berhemên min geş dike."

Ew, li nava Sûriyê û li derve beşdarî gelek pêşangehan bûye.

Bi hezkirin û bawerî karê xwe dike û dibêje ku huner dikare dilê mirovan zelal bike û wan dûrî nijadperestî û nehezkirinê bixîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:49 0:00

XS
SM
MD
LG