Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîya Dermanan ya Ewrupa Vaksîna Novavaxê Dipejirîne


Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) vaksîna vîrusa korona ya Novavaxê, ku kompanîyeke Amerîkî ye, pejirand.

Ger Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) jî vaksîna Novavaxê bipejirîne ew dê bibe vaksîna pêncan ya li yekîtîyê tê karanîn ku berî wê vaksînên Biontech/Pfizer, Moderna, AstraZeneca, û Johnson&Johnsonê hatibûn erê kirin.

Çaverê ye Komîsyona YE vaksîna Novavaxê bipejirîne.

EMa destûra bo vaksîna Novavaxê ji kesên ji 18 salî mezintir re daye.

Lêkolînên klînîk didin zanîn ku berevanîya vaksîna Novavaxê li dora 90 ji sedê ye.

Hîn nayê zanîn ku ew vaksîn dijî cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê çi bandorê çêdike.

YE bi bernivîsekê ji Novavaxê 200 mîlyon doz vaksîn sitandine.

XS
SM
MD
LG