Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya jiber Asta Xeter ya COVID-19 Qedexeya Derketinê li Novgorod Dirêj Dike


Karbidestên Rûsî ragihand ku li herêma Novgorod jiber asta bilind ya pêketinên vîrusa korona û mirinên girêdayî wê, biryara qedexeya derketinê hate ragihandin.

Karbidestan ragihang ku biryara neçûna kar wê ji 8ê Mijdarê destpê bike û wê heftekê bidome.

Novgorod herêma yekê ye ku fermana Serokê Rûsî Vladimir Putin dirêjtir bike ku wî biryar dabû ku hemwelatî di navbera 30ê Cotmehê û 7ê Mijdarê de neçin ser kar.

Hikûmeta Rûsî îro dabû zanîn ku pirtir ji 40 hezar pêketinên nû yên COVID-19 hatine tomar kirin ku di du rojên pêştir debi heman asta bilind tûşbûnên wiha hatibûn dîtin.

Dîsa, heft rojên serhev de ye ku pirtir ji 1,100 kes jiber korona dimirin ku ew jî ji destpêbûna pandemîyê vir ve rêjeya herî bilind yên pêketin û mirinan e.

Li paytext Moskowê jî ji 28ê Cotmehê vir ve biryara neçûna ser kar di jîyanê de ye û karbidestan biryar da ku hemî xebat û cîhên ne bingehîn girtî bimînin.

XS
SM
MD
LG