Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Efrînê Helwesta Rûsia Şermezar Kirin


Bi hezaran penaberên Efrînê ku li herêma Şehba hatine koçber kirin, xwepêşandanek li hember navenda leşkerî ya hêzên Rûsî li gundê Wehşîyê li dar xistin.

Çalakîya ku ji alîyê malbatên şehîdan ve hete rêxistin kirin, bi xwepêşandanekê destpê kir û li hember navenda Rûsî veguherî girev.

Li hember navenda Rûsî Efrînîyan siloganên şermezarkirinê bilind kirin û helwesta Rûsî weke dubendî bi Tirkîyê re dest nîşan kirin, ku ew bi bawer in ku Rûsya rê daye Tirkîyê jibo êrîşa ser Efrînê.

Xwepêşanderan xwestin nameyekê bi daxwazên xwe radestî karbidestên navendê bikin. Ku pêşî ew derneketin pêşberî wan lê piştî îsrara gel generalekî Rûsî name wergirt û soza gihandina wê jibo berpirsên xwe da.

Hêjayî bi bîr xistinê ye navendeke leşkerî ya Rûsî li Efrînê hebû, lê berî êrîşa Tirkîyê ya dîjî herêmê, Rûsya ew navend vala kir û hêzên xwe vekişandin, ku ev pêngav weke çira kesk anku rêdayîn jibo êrîşa Tirkîyê hate şîrove kirin.

Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG