Ajansa Reuters ragihand ku serokê Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) Newaf Selam jibo serokwezîrîya Lubnanê bi têra xwe piştgirî wergirt, piştî ku piranîya qanûndaneran îro Duşemê piştgirî da serokwezîrîya
Çavdêrên sîyasî dibêjin ku ew gav dijî Hizbullahê darbeke mezin tê dîtin û Hizbullah jî rikeberên xwe tawanbar dike ku hewil didin wê li dervayê qada sîyasî bigirin.
Piştgirîya ji Selam re piştrastkirina ser guhertina mezin ya hevsengîya desthiltdarîya navbera alîyên mezhebî yên Lubnanê dike, piştî ku Hizbullaha Şîa di şerê sala borî di li hember Îsraîlê têk çûbê û rejîma hevbendê wê yê Sûrî Beşar Esad jî hatibû rûxandin.
Reuters ragihand ku Selam heta niha piştgirîya 85 qanûndanerên Lubnanî bi dest xistîye, lê danûstandin hîn bi dawî nebûne.
Li gor sîstema dabeşkirina desthilatê ya mezhebî ya Lubnanê, ku li ser ol û bawerî hatiye danîn, divê serokwezîr misilmanek Sunnî be, seroktî dikeve destê Mesîhîyekî Maronî û divê serokê parlamanê jî Şîa be.
Parlamenterê payebilind yê Hizbullah Mihemed Raad, ku dixwest Necîb Mikatî li ser posta serokwezîrîyê bihêle, got ku dijberên Hizbullah jibo parçebûn û dûrxistinê wan ji qada sîyasetê dixebitin.
Raad got ku wan bi hilbijartina Joseph Aoun ya wek serok destê xwe dirêjî alîyên din kir, lê dît ku destê wan hate birîn.
Hilbijartina hefteya borî ya serfermandarê artêşê General Aoun, ku ji piştgirîya Amerîka û Erebistana Saudî distîne, nîşaneke din ya guhertinên qada sîyasî bû, ku demeke dirêj di bin bandira Hizbullahê de bû.
Jêder: Reuters