Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Avêtina Mûşeka Şeşem a Korya Bakur Şermezar Dike


Serokê Frensa Emmanuel Macron bi awakî tund têstkirina şeşem a mûşeka navokî ya Korya Bakur şermezar kir.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Macron bang li endamên Civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kir ku bi lez bersiva zêdegaviya Korya Bakur li yaseya navnetewî bidin.

Wezareta derve ya Rûsya dibêje idî’ayên Korya Bakur ên têstkirina bumbeyeke hêdrojînî “ hêjayî şermezariyên tund in” û ew bang li hemî aliyan dike ku xwe ji bilindkirina nakokiyan dûr xin.

Çînê ji aliyê xwe ve avêtina vê mûşekê şermezar kir û wezareta derve di daxuyaniyekê de got hikûmeta Çînê dijberiya xwe bo vê gavê der birî.

Korya başûr her wiha dibêje ew dixwaze bi pîvanên herî bihêz bersiva vê gava Korya Bakur bide.

Hêjayî gotinê ye, Korya Bakur îro Yekşemê bihêztirîn bumbeya xwe ya hêdrojînî avêt, li gor medya dewletê.

Avêtina wê ya ku erdhejeka bi pîvana 5.7 çê kir, ew ji 5 ta 6 caran bihêztir e ji ya welêt a pêncem a ku di Êlûna sala 2016an de hatibû avêtin.

XS
SM
MD
LG