Danûstandêrên Îranî û şeş welatên cîhanê îro Duşemê karê xwe zêde dikin ku xebata xwe ya 18 mehan bi dawî bînin û li ser programa navokî ya Îranê bigihejin rêkeftinekê.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Aragchi geşbînîya xwe li ser rêkeftinê dîyar kir, lê bi bîr anî ku hîn kêşe mane ku li benda çareserîyê ne.
Dîplomatan do îşaret dabû ku her di alî nêzîk bûne ku belgeyeke hevbeş îmza bikin, loma jî bendewarî xurt e ku îro rêkeftin were ragihandin.
Wek tê zanîn îro Duşemê roja dawî ya muhleta danûstandinan e ku ji alîyê danûstandêran ve hatibû danan. Lê, karbidestê Wezareta Derva yê Îranê Alîriza Miryusifî gotibû ku ti kes hizra danana muhleteke nû nake.
Hevdem, Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi got, jibo peymaneke baş şert û merc amade ne.