Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nuland: Kompanîyên Amerîkî Wê Bikaribin Bê Tole li Bakurê Rojhilata Sûrîyê Bixebitin


Ajansa Reutersê ji zarê Cîgira Wezîra Derve ya Amerîka Victoria Nuland ragihand ku Washington wê destûr bide kompanîyên Amerîkî ku bê tole û cezayan li bakurê rojhilata Sûrîyê bixebitin.

“Emê destûrnameye bi giştî derxînin ku şîrketên Amerîkî bê tirsa toleyan berhemkarî li bakurê rojhilata Sûrîyê ku kontrola rejîmê li wan deran tuneye û hevbendên me ji DAIŞ’ê rizgar kirin, karên xwe bikin,” Nuland, di civîna Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê de li bajarê Marrakeş ya Mexrîbê got.

Nuland bi bîr xist ku Amerîka dijî rejîma Sûrî toleyên tund didomîne, lê jibo herêmên ku ji DAIŞ’ê rizgar bûne, dirav xerc dike ku îstiqrarê bi cîh bike.

Wê da zanîn ku Washingtonê sala çûyî 45 mîlyon dolar li wan herêmên rizgarkirî veqetand û îsal dixwaze 350 mîlyon dolar bişîne wê derê.

XS
SM
MD
LG