Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, bernivîsa ser rakirina sembol û peykerên Konfederasyonê yên koledarîyê bi bîr dixin, pejirand.
Li avahîya Kongresê 50 peyker û bustên ku eyaletan bijartine, hene.
Di nav wan peyker û bustan de, serdozgerê berê Roger Taney, ku ser koledarîyê biryareke girîng îmza kiriye, heye.
Demokrat herwiha dixwazin ku peykerê John C. Breckinridge jî, ku yek ji cîgirên serok yên berê ye, rakin.
Breckinrdige, piştî ketibû artêşa Konfederasyonê, ji karê xwe yê li Civata Senatoran hatibû dûr xistin.
Bernivîsa ser rakirina peyker û bustan li hember 113 dengan bi 305 dengan hat qebûl kirin.
Bo bernivîs bibe qanûn, divê li Civata Senatoran, ku di bin kontrola Komarîyan de ye, were pejirandin û Serok Donald Trump jî divê wê îmza bike.
Lê hîn nayê zanîn ku Serokê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel dê bernivîsê derxe dengdanê yan ne.
Di meha Gulanê de, jiber ku George Floyd yê reş dema desteserkirinê ji alîyê polîs ve hatibû kuştin, li Amerîka protestoyên girseyî destpê kiribûn û di xwepêşandanan de sembol û peykerên koledarîyê bi bîr dixin zarar dîtibûn.
Peykerê Serokê Konfederasyonê Jefferson Davis, ku li Richmod ya paytexta eyaleta Virginia bû, û peykerê yek ji generalên Konfederasyonê Robert E. Lee, ku li Alabama bû, hatibû rakirin.
Serok Donald Trump bi awayekî erênî li rakirina peykeran nanêre û Demokratan bi jêbirina dîroka welêt tawanbar dike.