Îraq îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê mizgefta dîrokî ya li Mûsilê, ku Ebû Bekir Bexdadî sê sal berê xwe li wê derê xelîfe îlan kiribû, girt bin kontrola xwe.
Mizgefta El Nûrî ya Mûsilê ya 850 salî, hefteya borî ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibû peqandin û mînareya wê ya 45 metre bilind jî xwar bûbû.
Hêzên Îraqî yên bi piştgirîya êrîşên esmanî û hêzên bejeyê yên kaolîsyonê operasyonên xwe didomînin ku Bajarê Kevin ya Mûsilê ji çekdarên DAIŞ’ê paqij bikin û bajêr bi giştî texin bin kontrola xwe.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî gotibû ku peqandina mizgeftê “pênasîneke fermî ya şikestina” DAIŞ’ê ye.