Karbidestên saxlemî yên Filîstînî îro Çarşemê radigihînin ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de bi kêmî ve 18 kes hatine kuştin.
Karbidestan ragihand ku êrîş li kampên penaberan yên li Nuseyrat û Bureic yên li nava Kerta Gaza û Cîbalî ya li bakurê Gaza ketin.
Artêşa Îsraîlê jî îro Çarşemê ragihand ku wê bi rêkên bejayî û esmanî êrîş birine ser çekdarên Hamasê.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku jiber pevçûnan û fermanên Îsraîlê yên ser derketina ji herêmê ti cîhek nemaye ku sîvîlên Filîstînî bikanibin xwe bispêrin.
Serokê Ajansa Alîkarîya jibo Penaberên Filîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini ji X’ê da zanîn ku herî kêm 400,000 kes li bakurê Gaza asê mane.
Lazzarini dîyar kir ku gelek kes fermanên derketinê red dikin û got ew rind dizanin ku ti cîhê Gaza ne ewle ye.
Wî bi berdewamî ser birçîbûna giran ya li herêmê jî hişyarî da û got rewş xirabtir dibe.
Hevdem, artêşa Îsraîlê rahihand ku hêzên wê îro Çarşemê li başûrê Lubnanê êrîşên nû birin ser navendên Hizbullahê.
Hizbullahê jî bi top û roketan êrîş birin ser Îsraîlê û li wî welatê alarmên êrîşên esmanî lêketin.
Jêder: VOA, Reuters