Sazîyên alîkarî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê radigihînin ku hewilên wan yên bo gihandina alîkarîyan ji Gazare îro dîsa jiber nebûna şewitê, qûtbûna telefon û înternetê hatine sekinandin.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya NY (WFP) dîyar kir ku sivîlên li Gaza jiber nebûna pêdivîyên xwarinê bi birçîbûnê rûbirû ne.
Rêvebira WFP Cindy McCain bal kişand ku nêzî tevahîya şênîya Gazayê hewceyî alîkarîya xwarinê ye.
"Bi nêzîkbûna zivistanê, sitargehên ne ewle û şênîbar û nebûna ava paqij, sivîl rûbirûyê xeterîya lezgîn ya birçîbûnê ne," McCain got.
Bi sedema nebûna şewitê ya bo belavkirina alîkarîyê, do Pêncşemê bo du roj ser hev ti qamyonên alîkarîyê neçûbûn Gaza ku îro jî dibe roja sisêyan.
Kompanîya Paltel jî ragihand ku hemî xetên telefonê qut bûne jiber ku tevahîya çavkanîyên enerjîyê naxebitin û destûr nayê dayîn ku şewita xebitandina alavan tekeve nava Gaza.
Serokê Ajansa NY ya jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) Philippe Lazzarini got ku qutbûna xeta telefon û înternetê di nava gel de dibe sedema tirs û tevlihevîyê.
Karbidestê mafên mirovan yê NY Pedro Arrojo-Agudo jî bang li Îsraîlê kir ku bihêle av û şewit derbazî Gaza bibe ku tora peydakirina avê jinûve destpê bike.
"Îsraîl rê li ber peydakirina ava vexwarinê ya paqij li Gazayê digire, ev binpêkirina zalimane ya qanûnên navnetewî ye û her saeta ku derbaz dibe xeterîya mirina ji tîbûn û nexweşîyan zêdetir dibe," Agudo got.