Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan bang li Sekreterê Giştî yê NY, Antonio Guterres kir ku karvekişîna xwe ragihîne.
Erdan dîyar kir ku Guterres bi daxuyanîyên xwe yên ser êrîşên Hamasê xweşbînîyê nîşan dide.
Wî got ku Hamas rêxistineke terorî ye, çalakîyên pir xirab li dar xistine û ti wate û alîyê rêwa tune ku ew bi wan kesan re ku jibo wan xweşbînîyê nîşan didin biaxifin.
Balyozê Îsraîlê dîyar kir ku divê Guterres demûdest ji kar vekişe.
Guterres îro got ku Hamasê êrîşa xwe hema wisa li cîhê vala li dar nexistiye.
‘’Gelê Filîstînê dît ku axên wê dikevin destê rûniştvanan û bi tundûtûjîyê re rûbirû ma. Însan ji malên xwe hatin derxistin, malên wan hatin hilweşandin.’’
Wî dîyar kir gazincên Filîstînîyan êrîşên Hamasê rêwa nake û got ku ew êrîş jî divê nebin sedem ku gel bi tevahî were ceza kirin.
Jêder: Reuters