Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Girjîya Hizbulah û Îsraîlê Ketiye Fikaran


Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) radigihînin ku girjîya Îsraîl û Hizbulahê fikaran çêdike.

Berdevkê Rêberê Mafên Mirovan yê NY’ê Volker Turk dîyar kir ku ew bang li hemî alîyan dike ku rê li ber gurbûna girjîya Îsraîl û Hizbulahê bigirin.

Wî berdevkî got ku divê hemî alî jibo sekinandina girjîyê çi ji dest wan tê bikin.

Di heman brîfîngê de karbidestê li Lubnanê yê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Abdinasir Abubakar dîyar kir ku nexweşxaneyên welêt tijî bûne.

Abubakar got ku li nexweşxaneyan ji rû û çavan birîndar bi hezaran kes hene.

Artêşa Îsraîlê dide zanîn ku ew êrîşan dibe ser bi sedan navendên Hizbulaha Lubnanê.

Karbidestên Lubnanê dîyar dikin ku di êrîşan de nêzî 500 kes hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî ji herêmên pevçûnan revîne.

Malpera Firîngeha Refik Hariri ya Navnetewî nîşan dide ku îro Sêşemê pirtir ji 30 firînên ber bi Beyrutê û yên ji wî bajarî hatine betal kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG