Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Nexşeya Îranê ya Kuştina Balyozê Suudî Şermezar Kir


NY Nexşeya Îranê ya Kuştina Balyozê Suudî Şermezar Kir
NY Nexşeya Îranê ya Kuştina Balyozê Suudî Şermezar Kir

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnîyarek qebûl kir ku plana qaşo kuştina balyozê Erebîstana Suudî li Amerîkayê şermezar bike.

Civata roja Înîyê Îran rasterast bi danana nexşeya kuştinê gunehbar nekir, lê daxwaz ji Tehranê kir ku hevkarîya vêkolînê bike.

Amerîkayê li meha Cotmehê Îran sûcdar kirîbû ku Nobedarên Şoreşê di plana kuştina balyozê Erebîstana Suudî, Adîl El Cubeîr li xwaringeheke Washingtonê de cîh girtine.

Îranê înkar kir ku roleke wê di karekî wiha de heye. Hewilên balyozê Îranê yê li NY, Mihemed Xazayî ser neket ku dixwest navê welatê xwe ji pêşnîyara bi piştgirîya Erebîstana Suudî derxîne.

XS
SM
MD
LG