Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Sûrîyên ku Vedigerin Welatê Xwe Rastî Binpêkirinan Tên


Sûrîyên ku vedigerin taxa Mudamîyeh ya Şamê (Arşîv)
Sûrîyên ku vedigerin taxa Mudamîyeh ya Şamê (Arşîv)

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê got ku welatîyên Sûrîyên ku vedigerin welatê xwe rasrtî binpêkirinan tên, di nav de êşkence û tundûtûjîya seksî.

Ofîsa NY ya mafên mirov raportek derbarê vê mijarê belav kiriye, tê de hevpeyvîn ligel dehan kesên ku vegerîyane Sûrîyê hatine kirine.

Raport dibêje kesên ku ji penaberîyê vegerîyane nav Sûrîyê ligel girtin, êşkence, revandin û tundûtûjîya seksî li seranserê welêt rûbirû bûne.

Raporta NY dibêje ev binpêkirin ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrîyê û desthilatên defakto yên deverên din yên Sûrîyê ve pêk hatine.

Komîserê mafên mirov yê NY Volker Turk got ku ev rewşa xembar di demekê de te ku hejmareke mezin ya Sûrîyên penaber ji welatên cîran tên dersînor kirin.

Karbidestê navnetewî dîyar kir ku divê vegera penaberan xwebexş be û nîr li hundirê Sûrîyê ewle û aram be heta ku ev kes karibin bi rûmet vegerin welatê xwe.

Ji ber şerê Sûrîyê sala 2011’an, NY dibêje ku 5.5 milyon welatîyên Sûrî ji derveyî welêt bûne penaber ku piranîya wan li welatên cîran bi cîh bûne.

Raporta nû ya NY dide zanîn ku jiber rewşa aborî ya xerab û bilindbûna asta gotara dijî penaberan, gelek penaberên Sûrîyê tevî zehmetîyan êdî biryarê didin ku vegerin welatê xwe.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG