Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîna NY Dibêje Rûsya bi Armanca Kuştinê Êşkence li Ukraynîyan Kiriye


Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê ragihand ku Rûsya li herêmên dagirkirî yên Ukrayna êşkenceyên tund kirine.

Li gor karbidestên NY’ê Rûsya li hin herêman qurbanî bi êşkenceyê kuştine.

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Ukrayna Erik Mose li dîyar kir ku Civata Mafên Mirovan ya NY’ê ya li Cenevrê delîlên êşkenceyên civandine.

Mose dîyar kir ku delîl nîşan didin ku li herêmên ku hêzên Rûsî dagirkirine bi awayekî berbelav û sîstematîk êşkence çêbûne.

Wî got ku li hin cîhan êşkence ewqas tund bûye ku mexdûr bi êşkenceya hov canên xwe ji dest dane.

Komîsyona NY’ê li Kherson û Zaporizhzhia ya ketibûn destê hêzên Rûsî lêkolîn kirin.

Li gor raporên komîsyonê, êşkence piranî li navendên desteserkirinê çêbûne.

Komîsyonê berê dîyar kiribû kiryarên wisa dikarin wek tawanên dijî mirovahîyê werin dîtin.

Rûsya dibêje ku wê li Ukrayna êşkence nekiriye û êrîş nebiriye ser sîvîlan.

Di rûniştina konseyê de fersend ji Rûsya re hat dayîn ku ew bersîvan bide îdiayan, lê nûnerê wî welatî beşdarî li civînê nekir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG