Endamê berê yê Kongresê Tom Souzzi do Sêşemê li New Yorkê di hilbijartineke taybet ya Civata Nûneran de bi ser ket û rewişa piranîya Komarîyan dijwartir kir.
Kursîyek, piştî Georges Santos yê Komarî jiber derewên di bîyografîya xwe de bi sextekarîyê hat tawanbar kirin û bi awayekî awarte ji civatê hat derxistin, vala bû.
Souzzi li herêma beşeke biçûk ya New York City û hin bajarokên li rojhilat Mazi Pilip yê Komarî, ku li Etîyopya hatiye dinê û di artêşa Îsraîlê de xebitîye, têk bir.
Bi serketina Souzzi re, piranîya bi Berdevikê Civata Nûneran Mike Johnson re daket 219-213’a û karê wî dijwartir bû.
Souzzi, ku Demokratekî nermrê ye, dîyar kiribû ku ewê kêşeya koçberan ya li sînorê başûr yê Amerîka jî di nav de jibo çareserîyan bi Komarîyan re jî bixebite.
Wî di axaftina serketinê de dîyar kir ku herkes ji girjîyên sîyasî aciz bûye û êdî çareserîyan dixwaze.
Koçberî di demên dawî de yek ji mijarên serekî yên Amerîka ye.
Pilip, Souzzi û Partîya Demokrat ser koçberîyê bi tundî tawanbar kir û dîyar kir ku ew nikarin koçberîya li sînorê Meksîko kontrol bikin.
Souzzi ser tawanbarkirinên Pilip got ku ew şaş e dîyar kir ku ew dizanin ku divê li sînor kontrol werin berfireh kirin û dîyar kir ku Pilip nizane ku ewê çawa ser ewlekarîya sînor bixebitin.