Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Sersaxî ji Malbatên Qurbanîyên Êrîşa Çekdarî ya Teksasê re Xwest


Malbatên şagirtan li pêş dibistanê
Malbatên şagirtan li pêş dibistanê

Walîyê Teksasê Greg Abbott îro Çarşemê got ku tevahîya Teksasê şîna 21 qurbanîyên êrîşa hovane ya li dibistana li Uvalde digire.

Abbott got ku ew û hevjîna wî, Cecilia şîna vê malwêranîya hovane digirin û ew bang li hemû Teksasîyan dikin ku êşa malbatan parve bikin.

Senatorê Komarî Ted Cruz, ku nûnerê Teksasê ye, bi peyameke hestên bi heman rengî dîyar kir û got ku îro rojek reş e, ew hemî bi tevahî nexweş û dilşikestî ne.

“Me gelek êrîşên bi wî rengî dîtin. Divê ti dê û bav êşa binaxkirina zarokê xwe nekişîne. Pêdivî ye ku di vê demê de em wek yek netewe werin ba hev û piştgirîyê bidin Uvalde," Cruz got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Teksas di van pênc salên borî de bûye cîhê çend êrîşên çekdarî yên girseyî. Salek berî gulebarana dibistana Santa Fe ya di 2018'an de, çekdarek, di merasima Yekşemê ya li bajarokê piçûk yê Sutherland Springs li dêra Teksasê zêdeyî 25 kes kuştibûn.

Di sala 2019an de jî çekdarekî din li supermerketa Walmartê ya li bajarê El Paso di êrîşeke nijadperest de 23 kes kuştibûn.

Hevdem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bi peyameke nivîskî êrîş şermexar kir û sersaxî ji malbatan re xwest.

”Jiber gulebarana komkujî ya hovane ya li dibistanek seretayî li Uvalde, Teksas, pir şok bûme û xemgîn im. Bi taybetî dilê mirov diêşe ku piranîya qûrbanîyan zarok in,” Guterres got.

XS
SM
MD
LG