Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Zêdetirî Nîvê Nifûsa Lubnanê Rû bi Rûyê Krîza Xwarinê Ye


Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Rojavayê Asyayê (ESCWA) roja Yekşemê ragihand ku piştî alozîyên di encama teqîna li bendera Beyrutê derketîye holê, zêdetirî nîvê nifûsa Lubnanê rû bi rûyê xeterîyeke krîza xwarinê ye.

"Jibo pêşîgirtina qeyranek xwarinê divê bi lezgînî gav bên avêtin,"Sekretera Rêveberiya ESCWA Rola Dashti dibêje.

Rola Dashti got ku, Hikûmeta Lubnanê, divê berî her tiştî pêşî sayloyên li bendava Beyrutê jinûve çê bike, ku mezintirîn embarên parastina berhemîn çandinîyê yên welat in.

Lubnan berîya peqîna 4'ê Tebaxê ya li bendera Beyrutê ku 188 kes hate kuştin, bi hezaran mirov birîndar bûn û gelek heremên sereke yên paytextê hate hilweşandin, jî di nava krîzeke aborî de bû.

Lubnanê nikaribû deynê xwe bide, nirxe drava welat daket û rêjeyên xizaniyê bi bilindbûna hejmarên bûyerên vîrusa korona, zêdetir bûye,

"Rêjeya enflasyonê-maye pûçiyê- ya salane tê texmîn kirin ku di sala 2020'an de ji sedî 50 zêde be, li gor sala 2019'an ji sedî 2.9 zêde dibe," ESCWA di daxuyaniyekê de ragihand.

Saziyên alîkariyê û pispor dibêjin jiber ku ji sedî 85'ê hewcedarîyên xwarina Lubnanê ji derve tê û jiber embarên li bendera Beyrutê hatine hilweşandin rewşa xirab ya niha xetertir bike.

ESCWA dide zanîn ku zêdebûna lêçûnên ji derve anîna bazirganîya xwarinê dibe ku di buhayên gîştî de bibe sedema zêdebûnek pirtir.

Sekretera ESCWA Rola Dashti detnîşan kir ku jibo pêşîlêgirtina qeyranek, pêdivî ye ku karbidest bo buhayên xwarinê bingehek sinorkirinê dîyar bikin û firotina rasterast ya ji hilberînerên herêmî ji karyaran re teşwîq bikin.

Dashti herwiha bang li civaka navneteweyî kir ku jibo penaber û civakên maldar bernameyên ewlehiya xwarinê bên berfireh kirin da ku alîkariya kêmkirina alozîyên civakî bike.

Hêjayê bîrxistinê ye ku zêtirî 55 ji sedê Lubnanîyan di nava xizanîyê de ne û jibo hewcedarîyên bingehîn yên rojane tekoşîn dikin.

XS
SM
MD
LG