Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas bo Konferanseke Rojhilata Navîn Bang li NY'ê Dike


.
.

Rêberê Filîstinê Mahmud Abbas li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) bang li dewletan kir ku konferanseke Rojhilata Navîn li dar xînin.

Abbas dîyar kir ku divê herî dereng heta meha şeşan konferans li dar keve.

Serokê Amerîka Donald Trump dabû zanîn ku ewê êdî Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibînin û ji wê çaxê ve karbidestên Filîstinê naxwazin ku Amerîka di navbera Filîstin û Îsraîlê de navbeynkarîyê bike.

Abbas bo kêşeya Filîstin û Îsraîlê dixwaze ku bi awayekî kolektîf çareserî were dîtin.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ji Abbas re dîyar kir Amerîka bo hevdîtinê amade ye, û got ku ‘’lê em nikarin her tim li dû we birevin’’

XS
SM
MD
LG