Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Nav 2019'an de 3,812 Sivîl li Afhanistanê Hatine Kuştin


Trombêeke sivîlan ku bûye armanca bombeyeke ser rêkê li istana Nangarhar (Arşîv)
Trombêeke sivîlan ku bûye armanca bombeyeke ser rêkê li istana Nangarhar (Arşîv)

Neteweyên Yekbûyî îro Sêşemê ragihand ku di nîva yekê ya sala 2019’an de, herî kêm 3,812 sivîlên Afganî di encama şerên navbera grubên leşkerî de hatine kuştin û birîndar kirin.

Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê got ku êrîşên bejeyî û pevçûn bûne sedemên herî mezin yên kuştina sivîlan û herwiha êrîşêb bombeyî û êrîşên esman jî sedemên din yên girîng in.

Di hejmarên îsal de bilindbûneke berbiçav xuya dibe ku sivîl dibin armanca êrîşên hêzên hikûmetê û yên bîyanî.

Hejmarên nû di vê demê de tên eşkere kirin ku bo qedandina şerê 18 salan, danûstandinên di navbera Talîbanê û Amerîka de didomin û Washington dike armanc ku heta 1’ê Îlonê bigiheje rêketinekê.

Raport dide zanîn ku ji nav qurbanîyên sivîl de herî kêm 144 jin û 327 zarok hene û li seranser Afganistanê pirtir ji 1,000 jin û zarok jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG