Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Rewşa Mirovahî li Afganistanê Hişyarî Dide


Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înîyê bi armanca alîkarîya Afganistanê jibo peydakirina 800 mîlyon dolaran, bang kir.

Wefaa Seîd Abdilatîf endama Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) di civîneke onlaynî de ragihand ku li Afganistanê pêwîstîyên mirovahî di xaleke dijwar de ne, di astek mezin de ne û her diçe zêde dibin.

Abdilatîf got, "Ev pêwîstîyên mirovahî ji pevçûnên bi dehsalan têne, ku bi hişkesalî û jiber pandemîya COVID-19 zêde dibin."

Neteweyên Yekbûyî (NY) îsal bi armanca alîkarîya 16 mîlyon mirovên li Afganistanê, 1.3 mîlyar dolar daxwaz kiribû, lê hîn jî 800 mîlyon dolar kêmasî heye.

XS
SM
MD
LG