Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Afganistanê Banga Alîkarîya Demûdest Dike


Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku li Afganistanê xizmetên sereke têk çûne û alîkarîyên wek xwarinê jî diqedin.

Berdevikê OCHA Jens Laerke berî konferansa navneteweyî ya bo alîkarîya Afganistanê, ku dê di 13’yê Îlonê de li dar keve, bang pirtir alîkarîyê kir.

OCHA bo hişkesalî û birçîbûna li Afganistanê banga alîkarîya bi 600 mîlyon dolarî dike.

‘’Li Afganistanê xizmetên sereke têk diçin, xwarin û alîkarîyên din li ber qedandinê ne.’’ Laerke got.

Wî ji dewletên alîkarîyê didin xwest ku bi awayekî demûdest û comerd alîkarîyê bikin.

Li Afganistanê jiber peyvajoya dawî ya bi serketina Talîbanê encam da, pirtir ji nîv mîlyon însan di nav Afganistanê de ji cîhên xwe bar kirin.

XS
SM
MD
LG