Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY li Ser Rewşa Sîvîlên li Efrînê Xembar E


Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ursula Mueller got ku ew li ser rewşa pirtir ji 300,000 sîvîlên li Efrînê bi xem in, ku li wê herêmê artêşa Tirkîyê operasyonên xwe didomîne.

Mueller di Civata Ewlekarî de dîyar kir ku li ser kuştina sîvîlan li herêma Efrînê hin raport giheştine destê wan û ew agahdar in dora 15,000 kes bê cîh û war mane.

Raportên ku giheştine me nîşan didin ku "karbidestên xwecîhî derketina sîvîlan ji Efrînê sînordar dikin,” Mueller got.

Wê hikûmeta Sûrî jî rexne kir ku gîhandina alîkarîya mirovahî ji herêmên dorpêçkirî re asteng dike û pir caran şertên nû tîne pêşîya karê wan.

XS
SM
MD
LG