Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li gelek herêmên Sûrîyê kêşêyên mirovî gihaştîya asteke xeter û bo agirbestê bang li hemî alîyan kir.
Berdevkên NY’ê ddiin zanîn ku bo konvoyên alîkarîyê bigêhîjîn cîhên xwe û bo derxistina brîndar û nexweşan divê herî kêm bi qasî mehekê pevçûn rawestin.
Kordînatorên NY’ê yên alîkarîya mirovî û nûnerên rêxistinê yên li Sûrîyê dîyar dikin ku li gelek herêmên wî welatî jîyana sîvîlan di xeterê de ye û ew bo rê li ber rewşa xirabtir bigirin, hişyariyê dikin.