Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî bo Îdlibê Banga Agirbestê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Îdlib ya li rojavayê bakurê Sûrîyê banga agirbestê kir.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Mafên Mirovan yê NY’ê Mark Lowcock da bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku kêşeya mirovî gihiştiye asteke ‘’pir dijwar’’

Lowcock dîyar kir ku ji meha Berfanbarê vir ve 900,000 kesên li herêma Îdlibê ji warên xwe derketine û got ku jiber ku kamp tije ne, ew di hewaya sar de li derve dimînin.

Wî bi berdewamî da zanîn ku dijî navendan sîvîlan êrîş li dar dikevin û dîyar ki bo herêma Îdlibê ku tekane rêka bidawîkirina alozîyê, agirbest e.

Karbidestên Tirk jî dibêjin ku jiber êrîşên hêzên hikûmeta Sûrîyê bi sed hezaran kes ber bi sînorê Tirkîyê ve diçin û bang Rûsya û Sûrîyê dikin ku li gor Peymana Soçî tevbigerin.

XS
SM
MD
LG