Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY li Ukrayna Banga Agirbestê Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang dike ku ji roja Pencşemê pê ve agirbesteke çar rojî li Ukrayna were ragihandin.

Guterres da zanîn ku ew vê banga agirbestê bi sedema destpêkirina 'Hefteya Pîroz ya Kristîyanên Ortodoks' dike.

Guterres ragihand ku Cejna Easter ya Ortodoksan di nava êrîşa dijwar ya Rûsan ya ser rojhilata Ukrayna pêk tê.

Wî herwiha bal kişand ku niha nîşandana helwesteke mirovahî, pedivîya demûdest ya herî girîng e.

Balyozê Ukrayna Sergiy Kyslytsya bang li Rûsya kir ku rêz li banga agirbestê ya Guterres bigire.

Lê, cîgirê Balyozê Rûsya Dmitry Polyanskiy got ku ew ser vê pêşnîyara Guterres "hinekî gumanbar" in.

Guterres dîyar kir ku armanca banga wî ya bo rawestandina şer ew e : rê bidin sivîlan da ku ew bikaribin ji "herêmên niha pevçûn hene yan ji herêmên ku çeverê ye ku pevçûn hebin, derkevin.

Wî herwiha got ku bi agirbestê ew dixwazin ku alîkariyên mirovî yên zêdetir bigehije cihên bêhêvî yên hewcedar yên wekî Mariupol, Donetsk, Luhansk û Kherson.

Guterres bal kişand ku li wan hereman pirtir ji çar mîlyon mirov hewceyî alîkarîyê ne.

XS
SM
MD
LG