Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sekreterê Giştî Dixwest ku Amerîka di Civata Mafên Mirovan de Bimîne


Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, piştî Amerîka biryara vekişîna ji Civata Mafên Mirovan ya NY’ê ragihand, daxuyanîyeke kin weşand.

Di daxuyanîya nivîskî de Dujarric dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres dixwest ku Amerîka di civatê de bimîne.

Dujarric da zanîn ku Civata Mafên Mirovan ya NY’ê, li seranserê cîhanê di berevanîya mafên mirovan de roleke girîng dilîze.

Civata Mafên Mirovan ya NY’ê, di sala 2006’an de li şûna Komîsyona Mafên Mirovan ya NY’ê ava bû.

Civatê jiber ku welatên ku mafên mirovan pir caran binpê dikin jî bo endamtîyê pejirand, ji alîyê hin dewletan ve hat rexne kirin.

XS
SM
MD
LG