Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: De Mistura Beşdarî Civînên Astana Dibe


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Nûnerê Taybet yê Sûrîyê Staffan de Mistura jî dê bêşdarî civînên ser Sûrîyê yên li Astana ya paytaxta Qazaqistanê bibe.

Civînên Astana dê di 28 û 29’ê Mijdarê de pêk werin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stpehane Dujarric dîyar kir ku de Mistura ji alîyê Îran, Rûsya û Tirkîyê ve bo civînên li Astana hatiye vexwendin.

Dujarric dîyar kir ku de Mistura biryara beşdarbûna civîna Astana piştî bi danûstandinên bi Guterres re daye.

NY’ê ser civîna Astana ragihand ku divê armanca sereke bo Sûrîyê, çêkirina komîsyoneke qanûna bingehîn be.

Li Astana dê nûnerê hikûmeta Sûrîyê, balyozê wê yê li NY’ê Beşar Cefarî be û dê şandeya serhildayan jî Ehmed Tuma temsîl bike.

XS
SM
MD
LG