Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Banga Sekinandina Şer û Çareserîyeke Sîyasî li Sûrîyê Dike


Jan Eliasson
Jan Eliasson

Neteweyên Yekbûyî dibêje li Sûrîyê êdî dema agirbestê ye û divê ji alozîya berdewam re çareserîyeke sîyasî were dîtin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY'ê Jan Eliasson, îro Pêncşemê li ofîsa NY'ê ji rojnamevanan re got, piştî ku hêzên hikûmetê rojhilata Helebê jî bi dest xist, êdî dema çareserîyeke bingehîn e.

Eliasson dîyar kir ku Sûrîye û hevalbendên wê Rûsya û Îran, jibo ku trajedîya mezin û bandora wê ya li qada navneteweyî li herêmê biqede, divê sîyasetên xwe jinûve binirxînin.

''Hêvî dikim ku herkes bizivire li vê êş û elema li Helebê çêbûye binêre û piştre ji xwe bipirse: ''Niha tam jî ne dema agirbestê û alîkarîya mirovahî û guherandina sîyasetê ye?'' Eliasson bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG