Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dema Civînên Cenevrê 15 Roj Dirêjtir Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku dema gera heştan ya civînên Cenevrê yên bo Sûrîyê heta 15’ê Berfanbarê dirêj kiriye.

NY da zanîn ku di van rojan de şandeya hikûmeta Sûrîyê bo hin ‘’danûstandinan’’ dikare vegere welêt.

Rikeberîya Sûrîyê dixwaze ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad dev ji desthilatê berde, lê ew mijar di danûstandinan de heta niha hîn nehatîye axaftin.

Di civînên dawî yên Cenevrê de, Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê NY’ê Staffan de Mistura di navbera şandeyên opozîsyon û hikûmetê yên ku li odeyên cihê rûniştine, dîplomasîyê dike.

De Mistura bi preskonferansekê dîyar kir ku ewê di hevdîtinan de bi taybetî ser qanûna bingehîn ya nû, di çavdêrîya NY’ê de hilbijartinên seroktî û parlamentoyê û 12 xalên sereke rawestin.

Nûnerê NY’ê ser wan xalan ti hûrgilî neda.

XS
SM
MD
LG