Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 5.4 Mîlyon Kes li Îraqê Jiber Êrîşên DAIŞ'ê Koç Kir


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber êrîşên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên li Îraqê, ku di sala 2014’an de destpê kiribû, heta niha pirtir ji 5,000,000 kes ji warên xwe koç kirine.

Nûnera Alîkarîya Mirovî ya Îraqê ya NY’ê Lise Grande, dîyar kir ku di sê salên dawî de, 5.4 mîlyon Îraqê di nava wêlet de cîhên xwe guherandine.

NY’ê daxuyanîya ser koçan piştî Artêşa Îraqê, Hewîce ji DAIŞ’ê sitand da.

Hikûmeta Îraqê û alîgirên wê Mûsil jî di nav de gelek bajar di mehên borî de ji rêxistina tundrê sitandin.

Jiber operasyona Mûsilê, 800,000 sîvîl ji wî bajarî derketibû.

Vê dawîyê jî, jiber operasyona Hewîce sîvîl ji warên xwe koç kirin. Nûnera NY’ê Grande dîyar kir ku jiber rewşa sîvîlan ketine fikarên kûr.

Grande da zanîn ku bi deh hezaran zarok jî di nav de, bi sed hezaran kes ketine stresê û travma derbaz kirine. Wê got ku divê ew kes bi salan alîkarîyên taybet bistînin

XS
SM
MD
LG