Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Îraq û Sûrîyê bi Qasî 30,000 Çekdarên DAIŞ'ê Hene

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îraq û Sûrîyê bi qasî 30,000 çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) hene.

Lêkolîna NY’ê ya darbarê DAIŞ’ê raber dike ku li Afganistan, Yemen û Lîbya jî çekdarên wê rêxistinê hene.

Li gor rapora ku do Duşemê hat weşandin, li Lîbya bi qasî 3000-4000 çekdarên DAIŞ’ê dijîn.

Rapor dide zanîn ku DAIŞ’ê fermandarên xwe yên payabilind şandine Afganistanê û li wî welatî jî hejmara çekdarên rêxistinê digêhîje 4500 kes.

DAIŞ li Sûrîye û Îraqê bi hêz bûbû, lê li Asya Başûrê Rojhilat û Afrîqa Rojava jî gelek alîgirên wê hene.

Pispor dîyar dikin ku li Yemenê bi 7000 çekdar El-Qayde çalak e, lê li wî welatî bi sedan çekdarên DAIŞ’ê jî hene.

DAIŞ, bi rêberîya Ebubekir El Bexdadî di sala 2014’an de mezin bûbû.

DAIŞ’ê li Sûrîyê Reqa û li Îraqê jî Mûsil bi dest xwe xistibû û xîlafet ragihandibû.

Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê, ku Amerîka pêşengîya wê dike, di Nîsanê de ragihandibû ku DAIŞ li Sûrîyê li ber qedandinê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG