Berdevkê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Mihemed Hawarî ragihand ku piştî operasyona hikûmeta Sûrîyê ya dijî Dera, 270,000 kes ji wir derketine.
Hawarî ji CNN’ê re dîyar kir ku ew li ber bûn ku bi qasî 200,000 kes ji herêma Dera derkevin, lê li gor daneyên wan hîn zêdetir kes ji wir koç kirine.
Neteweyên Yekbûyî (NY) Îna borî dabû zanîn ku ji herêma Dera bi kêmî ve 160,000 kes derketine.
Sîvîlên Sûrî, ku jiber pevçûnên gur dibin direvin, berê xwe didin sînorê Urdunê û Girên Golanê yên di bin desthilata Îsraîlê, lê her du dewlet jî ji koçberên ji Dera direvin re derîyên xwe venakin.
Karbidestên NY’ê didin zanîn ku sîvîlên ku ji Dera direvin, li kampên li ber sînorê Urdunê dimînin.