Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Pênc Endamên Demkî Hilbijartin


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) îro bi dengdanê Belçîka, Komara Domînîk, Almanya, Endonezya û Afrîqa Başûr bo endamtîya demkî bijartin.

Endamtîya pênc welat dê di serê sala 2019’an de destpê bike û du sal bidome.

Di dengdanê de reqabeta herî mezin di navbera Endonezya û Giravên Maldîvê, ku di koma welatên Asya-Pasîfîk de ne pêk hat, lê Endonazya dijî 46 deng 144 deng sitand.

Bo endamtîya demkî divê di dengdana veşartî de ji sê paran dudu werin sitandin.

Îsraîl di 4’ê Gulanê de ji berbijarîyê vekişîyabû. Piştî ku Îsraîl vekişîya, di Koma Ewrupa û Yên Din de Belçîka û Almanya hatin hilbijartin.

Îsraîl berê jî nebû endamê Civata Ewlekarîyê, lê li gor pisporan ew piştgirîya Amerîka digire ku ew jî endamê timî yê civatê ye.

XS
SM
MD
LG