Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku komkujîya Burkina Faso ya ku têde pirtir ji 130 kes hatibûn kuştin, ji alîyê zarokan ve hat li dar xistin.
Hikûmeta Burkina Faso û karbidestên NY’ê didin zanîn ku zarokên ku komkujî li dar xistine ji 12’yan heta 14 salî ne.
Êrîşvanên çekdar di 4’ê Hezîranê de êvarê êrîş birin biribûn ser gundê Solhanê û mal şewitandibûn.
Ew êrîş li herêmê êrîşa herî giran ya salên dawî bû ku li wê derê cîhadîyên girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El-Qaydê tevdigerin.
Berdevikê hikûmeta Burkia Faso dîyar kir ku piranîya êrîşvanan zarok in û ji NY’ê şermezarkirin xwest.
Ajansa zarokan ya NY’ê, UNICEF roja Pêncşemê ew rewiş şermezar kir û dîyar kir ku mafên zarokan hatine binpê kirin.
Tevî hêzên NY’ê û hêzên çekdar yên navneteweyî may li herêmê dikin jî li herêma Sahel ya li rojavayê Afrîqa, ku Nîjer û Malî jî dikevinê, êrîş kêm nabin.
Rêvebirên herêmî dibêjin ku komên cîhadî par jî zarok bikar anîne û dîyar dikin ku êrîşa vê mehê ya herî giran e.
UNICEF dide zanîn ku jiber pevçûnên li herêmê pirtir ji 1,2 mîlyon kesan ji cîhên xwe bar kirine, 2,200 dibistan hatine girtin û ew bandorê li perwerdeya 300,000 zarokan dike.