Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Vekolîna Tawanên Cengê Şandeyekê Dişîne Gaza


Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da ku bo vekolîna bûyerên li Gaza, şandeyeke tawananên cengê vedikole bişîne wir.

Di serê hefteyê de bi êrîşa leşkerên Îsraîlê, zêdetirê 60 xwepêşandaner hatibûn kuştin.

Li gor bernivîsa hat pejirandin, dê komîsyoneke serbixwe û navneteweyî bi awayekî demûdest here Gaza.

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê NY’ê Zeyd Raad el-Huseyîn, ser kuştina xwepêşandaneran Îsraîl bi zimanekî tund rexne kiribû.

El-Huseyîn dabû zanîn ku ti daxuyanîya Îsraîlê mafdarîya wê nîşan nadin.

XS
SM
MD
LG