Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Gutaya Rojhilat Banga Rawestandina Êrîşan Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo Gutaya Rojhilat banga ‘’rawestandina hemî kiryarên cengê’’ kir û bo gelê di bin dorpêçe de dijî jî got ku ‘’dojehê li dinê dijîn’’

Guterres li Civata Ewlekarî ya NY’ê dîyar kir ku ew piştgirîya banga agirbestê ya bo 30 roj dike.

Civata Ewlekarî ya NY’ê ser bernivîsa biryarnameyeke bo agirbestê dixebite.

Rûsya bang li Civata Ewlekarî ya NY’ê kiribû ku ser rewşa Gutaya Rojhilata kom bibe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve 310 kes li Gutaya Rojhilat hatine kuştin.

Artêşa Sûrîyê ser kuştinên li Gutaya Rojhilat hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG