Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Êrîşên Ser Guta Hewlên Alîkarîya Mirovahî Dixe Xeterê


Neteweyên Yekbûyî ragihand ku konvoyeke wê ya alîkarîya mirovahî îro Înê xeta şer ya li deverên bin kontrola serhildayan derbaz kir, lê dû re rastî êrîşên hawanan hat.

“Êrîşên îro li ser Duman li Gutaya rojhilat karwana me dixe nav xeterê. Tevî sozên ji Rûsya û alîyên din, şer carekî din destpê kir. Em banga agirbesteke nû dikin,” Kordînatorê Neteweyên Yekbûyî Ali Zatarî got.

Di nav kêmtir ji du hefteyên borî de, artêşa Sûrî, di bin parastina êrîşên esmanî yên Rûsî de, dikarîbû ku hema tevahîya Gutaya rojhilat bixe bin kontrola xwe.

Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) roja Pêncşemê ragihandibû ku di operasyonên hikûmeta Sûrî de heta niha pirtir ji 1,000 kes hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî îro Înê ragihand ku di operasyonên hikûmetê de 940 sîvîl hatine kuştin.

Hikûmeta Sûrî û hevabenda wê Rûsya dibêjin ku operasyon pêdivê ne ku êrîşên serhildayan yên ser paytaxta Şamê werin sekinandin û desthilata Îslamîyan li Gutaya rojhilat bi dawî were.

XS
SM
MD
LG