Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hişyarî Dide ku 82 Sîvîl li Helebê Hatine Kuştin


Artêşa Sûrîyê îro Sêşemê li Helebê, li herêma dawî ya bin kontrola serhildayan pêşde çû û bi hezaran mirov ji cîh û warên xwe koç kirin.

Karbidestekî payabilind yê Tirk li ser rewşa Helebê da zanîn ku jibo vekirina korîdoreke derketinê, Rûsya û Tirkîye wê bicivin.

Piştî hêzên opozîsyonê ji nîvî zêdetir axa bin kontrola xwe de hinda kir û hêdî hêdî ber bi têkçûnê ve çû, li Helebê firokan êrîş birin ser herêmên sîvîlan û rewş xirabtir bû. Neteweyên Yekbûyî ev krîz wek ‘’dawîya mirovahîyê’’ bi nav kir.

Berdevkê Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, Rupert Colvile ragihand ku artêşa Surîyê û çekdarên Îraqî bi hevre li taxên ku nû ketine dest wan de, herî kêm 82 sîvîl kuştine.

‘’Di dest me de rapor hene ku hin sîvîl gava ji taxên xwe derdiketine, hin jî li malên xwe hatine kuştin. Dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir jî bibe,’’ Colvile bi berdewamî got.

Karbidestekî Tirk bi şerta ku navê wî neyê dayîn ji Reutersê re got ku dibe ku Tirkîye û Rûsya roja Çarşemê bicivin û li ser agirbestê û vekirina korîdora derketinê biaxivin.’

Her çiqas hêzên navneteweyî hewildan ku bi agirbestekê şerê li Helebê bisekininîn jî, jiber ku Rûsya û Amerika hevdu sucdar kir, di hevdîtinên de ti encam peyda nebû.

XS
SM
MD
LG