Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Îdlibê Kom Bû


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser Îdlibê kom bû.

Civata Ewlekarî dîyar kir ku ger Artêşa Sûrîyê dijî Îdlibê operasyonê pêk bîne ewê li vir alozîya mirovî çêbe.

Berpirsê Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî yê NY'ê John Ging da zanîn ku li Îdlibê ew çend hefte ne rewşa mirovî xirab dibe.

Ging dîyar kir ku li Îdlib, Heleb, Hema û Lazqîyê êrîşên giran pêk hatine, sîvîl hatine kuştin û dibistan û nexweşxane hilweşîyane.

Ging bang li Civata Ewlekarî kir ku hewildanên bo berevanîya sîvîlan zêdetir bike.

Nûnerên Amerîka, Brîtanya û Fransa di rûniştina ser Îdlibê dan zanîn ku ger Artêşa Sûrîyê dijî Îdlibê çekên kîmyayî bikar bîne ewê jî bersîvê bidin.

Balyozê Rûsya li NY'ê Vassily Nebenzia dîyar kir ku di destê Artêşa Sûrîyê de çekên kîmyayî tune ye û ew ne hewcedarê çekên wisa ne.

XS
SM
MD
LG