Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Rewşa Îdlibê Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ser rewşa Îdlib ya Sûrîyê kom dibe.

Daxwaza kombûnê ji alîyê Rûsya ve, ku hevalbenda hikûmeta Sûrîyê ye hat kirin. Şandeya Rûs dê di kombûnê de derbarê Hilcivîna Tehranê ya ser Îdlibê agahîyan bide.

Rêberên Rûsya, Îran û Tirkîyê roja Înê li Tehranê kom bûbûn, lê bo Îdlibê li hev nekiribûn.

Rejîma Şamê li dora Îdlibê çek û leşker bi cîh kirine û li ber e ku dest bi operasyonê bike.

Îdlib, ku nêzî 3,000,000 kes têde dijîn, di bin kontrola komên tundrê yên Îslamî de ye.

NY dide zanîn ku ger operasyona Îdlibê pêk were dibe ku kêşeya mirovî ya herî mezin ya sedsala 21’an çêbe.

XS
SM
MD
LG