Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Girjîya li Îdlibê Fikaran Çêdike


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji hefteya borî vir ve li bakurê rojavayê Sûrîyê bi dehan sivîl hatine kuştin.

Koordînatorê Alîkarîya Mirovî ya Sûrîyê ya NY’ê Panos Moumtzis dîyar kir ku ew jiber tundûtûjîya ku li Îdlib û Hama ya li başûrê wê gur dibe, ketine fikaran.

Moumtsiz da zanîn ku rejîma Esad û hevalbendên wê di çend rojên dawî de, li başûrê Îdlib û bakurê Hama, êrîşên li erdê û yên ji esmên zêde kirine.

Karbidestê NY’ê da zanîn ku serhilda jî bi roketan bersîva êrîşan didin.

Moumtzis dîyar kir ku jiber zêdebûna tundûtûjîyê bi dehan sivîl hatine kuştin, lê neda zanîn ku sivîl bi êrîşên kê ve hatine kuştin.

Moumtzis bi berdewamî got ku li bakurê rojavayê Sûrîyê, bi ser çar nexweşxaneyan de êrîş pêk hatine.

XS
SM
MD
LG