Neteweyên Yekbûyî (NY) û sazîyên alîkarîyê bo Îdlib ya Sûrîyê careke din hişyarî dan.
NY û 11 sazîyên alîkarîyê bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku girjîyê li Îdlibê gur bûyê û sivîl bi metirsîyên mezin re rû bi rû mane.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku 1 mîlyon zarok di bin metirsîya êrîşan de ne.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Mafên Mirovan yê NY’ê Mark Lowcock da zanîn ku dijî dibistan, nexweşxaneyan jî êrîş li dar dikevin û hiqûqa navneteweyî tê binpê kirin.
Piranîya herêma Îdlibê di destê Heyet Tahrîr Şam de ye û ew der wek cîhê dawî yê di destê serhildayan de tê dîtin.
Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya di meha Nîsanê de dijî Îdlibê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.
NY dide zanîn ku berpirsê êrîşan rejîma Sûrîyê ye, lê Civata Ewlekarî ya NY’ê dijî rejîmê heta niha ti gav neavêtiye.