Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Bakurê Sûrîyê Careke Din Banga Agirbestê Dike


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovovan yên NY'ê Michelle Bachelet
Komîsera Bilind ya Mafên Mirovovan yên NY'ê Michelle Bachelet

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet bo rojavayê bakurê Sûrîyê banga agirbestê kir.

Bachelet dîyar kir li rojavayê bakurê Sûrîyê îsal bi qasî 300 sîvîl hatine kuştin û êrîşên dijî kampên penaberan, dibistanan û nexweşxaneyan şermezar kirin.

Wê da zanîn ku rîskên bû Sûrîyan ji berê pirtir bûne û got ku ‘’Tirsa min ew e ku pirtir kes werin kuştin’’

Berdevikê Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan yên NY’ê Rupert Colville jî pêngavên leşkerî yên Rûsya û Sûrîyê rexne kirin.

‘’Ger meriv li êrîşên dijî nexweşxane, navendên saxlemîyê û dibistanan binêre, nabe ew hemî qeze werin hesibandin’’ Colville got.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad roja Duşemê dîyar kiribû ku li Helebê kontrol ketiye destê hêzên wan û gotibû ku ewê operasyonên li Îdlibê bidomînin.

XS
SM
MD
LG